Li Îranê teqîn: Birîndar hene
Li bajarê Bender Abbas ê li başûrê Îranê di bînayekê de teqînek çêbû.
Li bajarê Bender Abbas ê li başûrê Îranê di bînayekê de teqînek çêbû.
Li gorî agahiyên televzyona dewletê, sedema teqînê hê nayê zanîn û hate ragihandin ku kesên ji ber teqînê birîndar bûne, rakirine nexweşxaneyê. Rayedaran dan zanîn ku heya niha tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Li gorî televîzyona dewletê, teqînê du qatên bînayeke heşt bi temamî hilweşandine. Ji ber teqînê hin wesayît û kargehên li derdorê jî zirar dîtine. Ji cihê bûyerê re gelek ekîbên agirkujiyê û lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku têkildarî eşkerekirina sedema teqînê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di dîmenên li ser medyaya dijîtal de tê dîtin ku beşeke bînayê bi temamî hilweşiyaye.
Teqîn, di dema zêdebûna gefên Serokê DYE’yê Donald Trump yên têkildarî Îranê û bicihbûna gelek keştiyên şerî yên li Kendava Basrayê de çêbû. Rayedarên Îranî jî hê têkildarî piştperdeya teqînê daxuyeniyeke fermî nedane.